Ji Platforma Zimanê Kurdî nameyek bo Saziya Zimanê Tirkî (TDK)

Herwiha daxwaza wergirtina pisporên zimanê kurdî ji bo karkirin û lêkolînan. Xebata ferhenga kurdî ya berfireh jî di nav daxwazên Platforma Zimanê Kurdî de bû.
Wêne: Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî.
Wêne: Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî.

Diyarbekir (K24) - Platforma Zimanê Kurdî bang li Saziya Zimanê Tirkî (TDK) a Dewletê kir ku ji bo zimanê Kurdî jî dest bi xebatên zimanzaniyê bikin. Daxûyanî ji aliyê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin.

Di daxûyaniyê de hat xwestin ku li Amedê yan Enqere şûbeyeke Zimanê Kurdî vebe, di nav Saziya Zimanê Tirkî de. 

Herwiha daxwaza wergirtina pisporên zimanê kurdî ji bo karkirin û lêkolînan. Xebata ferhenga kurdî ya berfireh jî di nav daxwazên Platforma Zimanê Kurdî de bû.

Daxûyaniya Platforma Zimanê Kurdî - Video: