Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê rastî êrîşeke çekdarî hat

Grûpeke çekdar îro bi narinco û guleyan êrîşî ser ofîsa Xwecihiya ENKSê ya Kobaniyê kir.

Ofîsa Xwecihiya ENKSê ya Kobaniyê
Ofîsa Xwecihiya ENKSê ya Kobaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke çekdar îro bi narincok û guleyan êrîşî ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Şukrî Şahîn Ehmed ji K24ê re ragihand, îro berbangê grûpekê êrîşeke çekdarî bir ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê. 

Diyar kir, wê êrîşkeran 2 narincok avêtin nava ofîsê û gule bi ser ofîsê û ala Kurdistanê de berdan û ziyanên madî gihîşt ofîsê.

Got jî, armanc ji vê êrîşê ew e, aliyek heye naxwaze danûstandinên yekrêziya Kurdî – Kurdî bi ser bikeve.

Tekez kir jî: “Ew çi bikin jî, dê yekrêziya kurdî biçe serî û em ti carî bi paş ve venakişin û em ê ji bo berjewediyên gelê xwe û Kurdistana Sûriyê xebatê bikin.

Roja 13 û 15ê Berçileya borî jî ofîsa Xwecihiya Dirbêsiyê û Amûdê ya ENKSê rastî êrîşan hatibûn û ala Kurdistanê kelûpelên di hundirê wan de hatibûn şewitandin.

Fly Erbil Advertisment