Li Bexdayê li ser hebûna sê xwekujên din hişyarî hat dayîn

Tevgera Nuceba li ser kiryarên nû yên xwekujiyê hişyarî dide.

Dîmeneke kuştiyên teqînên li Bexdayê
Dîmeneke kuştiyên teqînên li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Nuceba li ser kiryarên nû yên xwekujiyê hişyarî dide û dibêje: “Niha sê kesên ku dixwazin kiryarên xwekujiyê encam bidin, bi awayekî serbest digerin.”

Berdevkê Tevgera Nuceba Nesir Şemerî duh bi şev ji kanala Îtîcahê ya Iraqî re derbarê kiryarên xwekujî yên roja pêncşemê yên li Bexdayê zanyarî dan.

Nesir Şemerî diyar kir ku tê gotin yek ji xwekujên DAIŞê, xwedî nasnameya Erebistana Siûdî bû, ji ber vê yekê Nesir Şemerî daxwaz dike ku xezayên herî tund bi ser desteserkiriyên Erebistana Siûdî de werin sepandin.

Şemerî eşkere kir: “Pênc kesan dixwestin wê rojê xwe biteqînin, ji wan du kesan xwe teqandin û sê kes mane, ew hê jî serbest digerin û dibe ku di nav 24 demjimêran de xwe biteqînin.”

Li Bexdayê di du teqînên xwekujî yên roja pêncşemê de 35 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment