Di bûyera Qamişloyê de 30 kes dibin qurbanî
Hejmara qurbaniyên şewata nexweşxana Qamişlo gihişte 30î kesî.
K24- Qamişlo
Hejmara qurbaniyên şewata nexweşxana Qamişlo gihişte 30î kesî.
Li gor raportên destpêkê bûyer îro,1ê Hezîranê, bi sedema şewatê, gihiştina êgir bi bermîlekê gazewîlê bû, ew bermîl jî bi xwe di nava nexweşxaneyê de.
Li gor şahidan bilindbûna hejmara qurbaniyên bûyerê ji bo wê yekê vedigere ku deriyê sereke yê nexweşxaneyê berî bûyerê hatibû girtin, xelkên ku zarokên xwe ji bo vaksînê anîbûn di nexweşxaneyê de asê mabûn.
Ji ber dijwariya agir jî kesî nikarîbû nêzîk bibe û kesên ku asê mabûn, rizgar bikin.