Termê Tariq Ezîz wê li Urdinê were binax kirin
Dê firokeyên ser bi Urdinê ve termê wî veguhezin
Hate ragehandin ku termê Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê yê berê Tariq Ezîz wê li bajarê Madba başûrê bajarê Oman paytexta Urdinê were bin ax kirin.
Berdevkê veguheztina Niştîmanî ya Urdinî ragehan û got:" berî heftiyekê Ezîz canê xwe ji destda termê wî jî wê were veguheztin nexweşxaneya Navenda Erebî li gor daxwaza malbata wî da ji wir were veguheztin bajarê Madiba û li wir were binaxkirin".
Ji aliyeke din ve kurê Tariq Ezîz tekez kirbû ku termê bavê wî ji Firokxaneya Bexda ya Nêvdewletî ve hatibû revandin ji aliyê hinek kesên ne naskirî ve dema ku termê wî hat veguhestin bo Emanê û da zanîn ku diya wî li Iraqê bû da bi termê bavê wî re bimîne bi tena xwe vegera bû Urdinê.
li gorî çavkaniyeke fermî li Omanê deshilatdarên Urdinê razîbûna xwe li ser daxwaza malbata wî anîn ziman da termê wî veguheze Urdinê ku bi firokeyke ji hêln Esmanî yên Urdinê hate veguhestin da Iro roja Şembî rêkeftî (13.06.2015) li bajarê Madba li axê were sipartin.
Tê zanîn ku Tariq Ezîz yê ku Wezîrê Dereveyî Iraqê bû di dema rêjîma Sedam Husên ya berê û di heftiya borî de di nexweşxaneyekê girêdayî bi girtîgeha Nasiriya başurê Baxeda bi sedema kirîza dil canê xwe ji dest da.