DAIŞ Til Eranê topbaran dike û Kurdên wê direvîne

Gelek kalemêr ji gundê Qibêt Şêx girtin û ew birin xulên perwerdeyên olî.

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Ev 2 roj in ku çekdarên DAIŞê gundê Til Eranê topbaran dikin, kurdên wê navçeyê jî direvîne.

 

Çalakvanên Kurd ji gundê Til Eranê duh, 4 Tîrmehê, ragehandin ku “rêxistina DAIŞê ji roja Înê ve gundê Til Eranê bi top û hawenan topbaran dike, di encamê de jî bi dehan kes birîndar bûn.”

 

Çavkaniyan dan zanîn jî ku “DAIŞê gelek kalemêr li gundê Qibêt Şêx (ji ber ku rî kurkirî bûn) girtin û ew birin xulên perwerdeyên olî, ji bilî wê jî gelek xort li gundên girêdayî navçeya Raî û Babê hatin revandin.”

 

Piştî şikestina rêxistina DAIŞê li Kobanê û Girê Sipî, rêxistina navborî dest bi tolhildanê ji Kurdên Reqa, Bab û Munbicê dike.