Bombeyek bi şasbûn ji firokeyekê bi ser taxeke baxdayê de ket

Bi ser sê malan de ket û di encamê de 7 kes mirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombeyek ji Firokeyeke Iraqî îro li bi şaşbûn bi ser malên sivîlan de ket di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Peydarê bi navê “Şanê ragehandina şer” Emîd Se'îd Mu'în di daxuyaniyekê de ragehand “Ji encama pirsgirêkeke teknîkî di firokeyeke şerî ya Iraqî ji cura “Sokhoi” de, bombeyek jê de bi ser sê malan de li Bexdada Nû ket.”

Efserek bi pileya Eqîd di wezareta navxweyî de ragehand “Ji encama ketina wê bombeyê 7 kes hatin kuştin, herî kêm jî 11 kes birîndar bûn.”

Artêşa Iraqî hejmarekî kêm ji firokeyên “Sokhoi25” di nav erfê xwe de bikar tîne, lê ji dema şerê bi cîhadiyan re pir caran di şer difirîne.