Pêşmerge sê êrîşên DAIŞê li Kerkûkê têk dibin

Bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge sê êrîşên çekdarên DAIŞê ji sê teweran de li Kerkûkê têk birin, tangên hêzên pêşmergeyan û firokeyên hevpeymaniyê çend baregehên DAIŞê jî birdûman kirin.

Serkirdeyê tewera başûrê Kerkûkê îro ragehand ku “ Dora 600 çekdarên DAIŞê êrîşî baregehên Pêşmergeyan li gundên Mura, Meryem Bek û Hemîra li başûrê Kerkûkê kirin, bi mebesta kontrolkirina herêma geliyê Petrolê, di hemû êrîşan de DAIŞ têk çûn û gelek çakdar jî hatin kuştin.”

Herwiha got jî “firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û tangên pêşmergeyan baregehên DAIŞê li tewera Reşad û navçeya Riyad birdûman kirin.”

Parêzgeha Kerkûkê ji bilî navçeya Hiwêca di bin kontrola hêzên pêşmergeyan de ne, Her dem jî şer û pevçûn lê rû didin ku desgehên ewlehiyê û sivîl têne armanckirin.