DAIŞê rojnamevaneke Iraqî gulebaran dike
Rojnamevan Suham Ehmed li Mûsilê revandibûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê rojnamevaneke jin a Iraqî ku beriya neha ji mala wê ya li Mûsilê revandibûn, gulebaran kirin.
Berpirsê ragehandina liqa (14) a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî ragehand “grûpa terrorist a DAIŞê rojnamevaneke jin bi navê Suham Ehmed kuştin, ku berê di rojnameya Mûsil de kar dikir û yek ji rojnamvanên bajêr yên navdar bû.”
Memozînî diyar kir ku ew rojnamevan ji mala wê ya li taxa “Albekir” duh, Sêşemê, danê êvarî hatibû revandin û piştre jî çekdarên DAIŞê ew gulebaran kirin.
Piştî kuştina çend rojnamevanên biyanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, ev yekem car e ku rojnamevaneke jin tê kuştin.