YPG Eyn Îsayê bi temamî kontrol dike
bajarokê Eyn Îsayê bi temamî hat rizgarkirin
K24 – Kobanê
Şervanên YPG bi alîkariya firokeyên hevpeymanan, bajarokê Eyn Îsayê bi kontrol dikin û bi dehan çekdarên DAIŞê dikujin.
Navenda Ragehandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh, 8 Tîrmehê ragehand ku bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya navdewletî karîn bajarokê Eyn Îsayê bi temamî rizgar bikin, herwiha bi dehan jî çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Piştî ku şervanên YPGû Volkana FIratê di 23 Hezîranê de karîbûn Eyn Îsayê ji çekdarên DAIŞê paqji bikin, roja Duşema borî DAIŞê careke din êrîşî wî bajrokî kiribû.
Ji aliyê xwe ve jî hêzên hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragehand ku roja sêşemê 15 êrîşên esmanî li bakurê Sûriyê pêk anîn jê 7 li herêma Girê Sipî bûn.