DAIŞ 8 ji çekdarên xwe dikuje
Ji bo xemsariya cîbicîkirina erkên xwe, hatin kuştin
K24 – Hesekê
Piştî şikestinên rêxistina radîkal “DAIŞ”ê li Hesekê û çiyayê Kezwanê, li navçeya Şedadiyê 8 çekdarên xwe kuştin.
Li gor ajansa ANHAyê, ji ber milmilane û aloziyên ku di navbera çekdarên DAIŞê de derketine, duh, 8 Tîrmehê, danê êvarê li navçeya Şedadiyê (24 K.M başûrê Hesekê), DAIŞê 8 çekdarên xwe kuştin.
Li gor wê ajansê, DAIŞê ew çekdarên xwe bi tewana “xemsariya di cîbicîkirina erkn xwe di şerê Hesekê û çiyayê Kezwanê de” kuştine.
Tê zanîn ku navçeya Şedadiyê, girîngtirîn baregeha DAIŞê ye li başûrê Hesekê, ku ji beriya salekê ve kontrol kiribû