Civîneke DAIŞê tê armanckirin, 16 serkirde tên kuştin

Firokeyên hevpeymanan bi tundî li rêxistina DAIŞê didin

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Firokeyên hevpeymanan civîneke serkirdeyên DAIŞê bombebaran dike, berpirsekî iraqî jî dibêje ku ji encamê “16” serkirdeyên wê rêxistinê hatine kuştin.

 

Serokê komîta ewlehiya qeza “Xalidiyê” ya girêdayî parêzgeha Enbarê, Ibrahîm El-fehdawî ragehand “Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî baregeha serekî ya DAIŞê li bajarê Hît armanc kirin.”

 

Derbarê ziyanên ku ji encama wê bombebaranê ketine de, Ibrahîm El-fehdawî got: “16 serkirde hatine kuştin, berpisyarê rêxistinî û darayî yên DAIŞ li Anbarê jî birîndar bû.”

 

El-fehdaw got jî: “Êrîş armanca xwe bi hûrî pêkanîbê, ji ber ku li bingeha zanyariyên îstixbaratî yên hêzên Iraqî bû.”