Guftûgoyên dosya atomiya Îranî di qonaxa dawiyê de ye

Gropa 5+1 û Îranê ve gihêştin rêkeftinekê

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîplomasiyên Rojavayî û Îranî derbarê gihêştina rêkeftinekê bo dosya atomiya Îranî vehesiyên xwe derbirandin.

Çaverê ye ku îro 13 Tîrmehê nûnerên dewletên gropa 5+1 û Îranê ve gihêştina rêkeftinekê bo bernama atomiya Îranî ragehînin.

Wezîrê derve yê Fransa Laurent Fabius got “Em hêvî dikin ku em di qonaxa dawî dawî ya guftûgoyên Maratonî de bin” 

Rawêjkarê wezareta derve yê Îranî Riza Mîr Yosifî tekez kir ku rêkeftin tenê li “viyana siyasî” ma ye.

Ji aliyekî din ve çaverê ye jî wezîrên derve yên Rosiya û Çînê tevlî hevdîtinên li Veinnayê dibin, bibin. Ev jî nîşana pêşveçûna guftûgoyan dide.

Projeya rêkeftina heya niha hatiye dariştin, belgeyeke ji 100 rûpelî ye, çaverê ye cezayên navdewletî li Îranê bêne sivikirin, li hemberê jî çavdêriya  bernama wê ya aytomî were kirin.