Dadgehkirina rojnamevanan li Îranê
Bi tometa sîxoriyê tê dadgehkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgehkirina rojnamevanê “Washigton Post” Jîson Rizayan ji nû ve li Îranê destpê kir.
Tûrên medyayî yên Îranê îro 13 Tîrmehê ragehandin ku ji nû ve Rizayan bi tometa sîxoriyê tê dadgehkirin, di haman demê de ku dewletên Rojavayî û Îranê hewl didin ku rêkeftinekê derbarê dosya atomiya Îranê bikin.
Rojnamevan Jîson Rizayan (39 salî) yê ku regeznameya Amerîkî hildigire bi tometên komkirin agahiyan, alîkariya dewleteke dijmin û sîxoriyê ji 26 Gulanê de di dadgeheke taybet de, tê dadgehkirin.
Amerîka daxwaza serbestkirina Rizayan kir, lê Îranê tekez li ser serbixwabûna dadgehê kir, herwiha Îran bi cêwîtiya du regezan pêdanan nake.
Rizayan ji sala 2012an de di rojnameya “Washington Post” de kar dike, ji berî salekê de jî di zîndanê de girtiye.