Mûçeyên Pêşmergeyan kêm nebûye
Kar bo zêdekirina mûçeyan tê kirin
K24 - Hewlêr
Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyinekê de, red dike ku mûçeyên Pêşmergeyên kêm bûbe.
Fermandeya hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî duh 14 Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî derbarê mûçeyên Pêşmerge û malbatên pêşmergeyên şehîd belav kir, tê de hat ku mûçeya ti Pêşmegeyekî kêm nebûye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ku “Tenê ew pêşmergeyên dilsoz yên ku xizmetkirina wan bi dawî hatiye, li gorî yasaya xanenişîna pêşmergeyên zêrvanî hatin xanenişînkirin. pereyên terxankirî bo xwarinê 205 hezar dînar ji mûçeya xanenişîna wan hatiye birîn.”
Herwiha fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî got jî ew kar bo zêdekirina mûçeyên Pêşmergeyên şehîd dikin.