Du polîsên Tirkiyê li Rihayê hatin kuştin

li Serê Kaniyê ya girêdayî Rihayê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du efserên polîsên Tirkiyê li Sere kaniyê ya Rihayê hatin kuştin. Li gor ku waliyê Rihayê ragehandiye.

Waliyê Rihayê Ezzetîn Keçek ji Kenala NTV ya tirkî îro 22 Tîrmehê ragehand ku du efserên cendirmeyên Tirkiyê li Serê Kaniyê ya girêdayî Rihayê hatin kuştin.

Herwiha Keçek domand jî ku ew nizane ku ti pêwendiya vê bûyerê bi tundrewiyê heya yan na.

Ev bûyer piştî du rojan ji teqîna Pirsûsê tê, ya ku 32 çalakvanên Kurd û Tirk bûn qurbanî û bêtirî 100 kesî jî birîndar bûbûn.

Herwiha desthilatên Tirkî rêxistina DAIŞê bi teqîna Pirsûsê tomatbar kir.