Rûhanî rêkeftina atomî bi “serkeftin” binav dike

Îran di serkeftinê de berdewam e

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê Hesen Rûhanî tekez dike ku welatê wî nahêle ku razên leşkerî û çekesazî bêne eşkerekirin.

Rûhanî duh “2 Tebaxê” ji kenala Telefizyonî ya fermî re got: “Serkeftinên Îranê dê di warê atomî de berdewam be.” Herwiha rêkeftin jî wesif kir ku serkeftinek e, tiştê me dixwast jî me derbas kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê derve yê Amerîkî John Kerry duh li Qahîreyê ragehand “Amerîka û Misir têdigehin ku Îran çalakiyên têkbirina aramiyê li herêmê çê dike, lê ya girîng ew e bernama atomî ya Îranî aştiyane bimîne.

Kerry piştî misrê gehêşte Qeterê, biryar e jî îro bi hemşêweyên xwe yên Kendava Erebî re bicive, bo aramkirina metirsiyên ji rêkeftinê encam dane.