Efrîn bangewaza rêxistinên mirovî û navdewletî dike

Xelk Efrînê di rewşeke aloz de dijîn

K24- Efrîn

Nivîsgeha karûbarên koçberan ya kantona Efrînê bangewazeke hawarkariyê li rêxistinên mirovî û cîhanî dike.

Hevserokê nivîsgeha karûbarên civakî Mihemed Hacî Hesen duh “2 Tebaxê” li pêş kampa Robar ya li navçeya Şêrewa di daxuyanekê de, banga rêxistinên mirov û hiqûqî yên navdewletî kir bo alîkariya kampan bikin.

Hesen diyar kir ku ji encama dorpêçkirinê û êrîşên berdewam li ser herêma Efrînê, xelk rewşeke aloz dijî, herwiha ragehand, ji ber karînên herêmê yên kêm bêtirî 20 hezar koçber bê av û kon li çolê dimînin.

Hesen ji rêxistinên mirovî û hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan destek û alîkarî xwast bo vekirina kampeke din li herêmê.