Ebdulhekîm Beşar: PYD û Rêveberiya Xweser nûnertiya Kurdan nakin

Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Endamê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê radigehîne ku, Amerîka û Rûsya hevnêrînin derbarê beşdariya Kurda di Sûriyaya bê de.

K24 – Hewlêr

Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Endamê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê radigehîne ku, Amerîka û Rûsya hevnêrînin derbarê beşdariya Kurda di Sûriyaya bê de.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Endamê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê Ebdulhekîm Beşar îro 18 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, ragehand ku, ti tiştî fermî tune ye.

Kerry di daxuyaniyekê de duh, 17ê Mijdarê, gotibû ku “em tenê çend heftiyan dûr in ji egera destpêkirina veguhestineke mezin li Sûriyê.”

Beşar got jî, dê civînek li Erebistana Siudiyê bi serpirştiya Nûnerê Emîndarê Giştî yê NY Steffan De Mistura lidar keve, ji bo hilbijartina hêza opozîsyonê, ku divê jî sê mercên sereke tê de hebin, ew jî divê berferh be ku hemû aliyên opozîsyonê tê de beşdar bin. Hêzên çekdar yên opozîsyonê amade bin. Kesên zîrek bêne hilbijartin.

Beşar derbarê pirsa ku nûneretiya kurdan dê di wê civînê de beşdar bin got ku ENKSê ji ber ku di Hevpeymaniyê de ye, ewê beşdar bin, lê ti aliyên din ne diyar e.

Beşar got jî, Amerîka û Rûsya hevnêrînin derbarê beşdariya Kurd û hemû kêmnetewên din mîna Elewiyan û Filehan di Sûriyaya bê de.

Beşar got jî ku “PYD û Rêveberiya Xweser nûnertiya Kurda nakin û ti bernameya wan a Kurdî jî tune ye, heger ew Kurda bikar tînin ew tiştekî din e, lê ne ji bo Kurda kar dike.”

Beşar got ku ew duh wek endamekî Hevpeymaniya Sûrî bi şandeke Amerîkî re li Hewlêrê civiya bûn û wan behsa derbasbûna hêza Pêşmergeyên Rojava kirin.

Beşar di dawiya axiftina xwe de got jî, çê nabe ku fesîlekî tenê bergîriya xaka Rojavayê Kurdistanê bike.