Zarokeke penaber pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye.
Alîn zarokeke 5 salî ye bi xwişk û birayê xwe re dilîze lê nikare wek wan bibhîse.

K24 – Hewlêr
Alîn zarokeke 5 salî ye bi xwişk û birayê xwe re dilîze lê nikare wek wan bibhîse.
Li gor malbata alîn tîne ziman berî ku ew bibin penaber, li parêzgeha Reqayê yê Sûriyê diman û ji ber şerê ku li taxa wan rû didan keça wan alîn yek salî bû û ji ber wan dengên cengê, keça navhatî deng û hasta guhên xwe nake.
Bapîrê Alîn ji K24ê re ragehand: “Me berê xwe da her saziyekê lê kesî alikariya me nekir.”
Dayika alîn amaje bi vê yekê dike ev çendîn car e berên xwe didin dezgehên xêrxwaziyê û taybet rêxistina UNISEF lê her dem daxwezanên wan tên paşguhxistin.
dayika alîn dibêje, “Daxwaza min bila keça min bibhîse.”
Pereyên neştergeriya guhên alîn nêzî 40 hezar dolar pêdivî dike, ku alîn bibhîse. lê ji ber nebûna aboriya malbata keça navborî ew nikarin neştergeriyê bikin.