NY: Li Şingalê 16 gorên bikom hatine dîtin
Tawanên ku çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal derheqê Kurdên Êzdî de kiriye “jenosîd e”.

K24- Navenda Nûçeyan
Netweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku 16 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin.
Berdevka Komisyona NY ya Mafê Mirovan, Cecil Boyle îro, 4ê Kanûnê, di konferansekî rojnamevanî de li Cenêvê ragehand, tawanên ku çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal derheqê Kurdên Êzdî de kiriye “jenosîd e”.
Çekdarên DAIŞê roja 3yê Tebaxa 2014an devdera Şingalê kontrol kiribûn, bi hezaran Kurdên Êzdî revandibûn ku heta niha çarenivîsa praniya wan ne diyar e, herwiha gelek tawan jî li deverê kiribûn.
Li gor ku Cecil Boyle diyar kiriye, raport di dest wan de hene ku 16 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtinên.
Lê Byole got ku, heta niha nehatiye zanîn ku hejmara term û pêstên di wan goran de şiqas in.
Berpirsa NY balkişande ser tawanên ku DAIŞê derheqê Kurdên Êzdî de kirine û ew tawan bi “jenosîd” bi nav kir.
Roja 12ê Mijdarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyona azadkirina Şingalê kiribûn, di kêmtir ji 48 demijmêran jî ew dever kontrol kirin.