"Divê Kurd rêzê li hev bigirin û dest ji duberekiyê berdin"
Parlamenterê HDPê Altan Tan, got ku ligel zordestiya welatên derdora Kurdistanê hêzên Kurdî jî bi heman hişmendiya xeter li beramber hev tev digerin.

K24 - Diyarbekir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan, got ku ligel zordestiya desthilatdariyên welatên derdora Kurdistanê hêzên Kurdî jî bi heman hişmendiya xeter li beramber hev tev digerin.
Li Diyarbekir, di 6ê Kanûnê de, pisporên ola Îslamê; li ser pêkvejiyana nasnameyên cuda panelek saz kir. Panela ku li Navenda Çand û Hunerî ya Cegerxwin hat sazkirin. Beşdaran jî panelê sudbexş nirxandin.
Kongreya Demokratîk a Îslamî (DİK), li Diyarbekir, li ser mijara di îslamê de, pêkvejiyana nasname, ol û baweriyên cuda, ligel civaknas, nivîskar û siyasetmedaran panelek saz kir. Di panelê de, hat ragihandin ku, li gor destûra îslamê civak bi pir rengî hatiye afirandin û yekperestî li dijî derketina fermanên Qûr-anê ye.
Parlamenterê HDPê Altan Tan, dazanîn ku pirsgirêka yekperestî li hemû cihanê heye, lê bi kêmasiyên xwe xirîstiyanan çanda pêkve jiyanê saz kirine û divê îslam jî çareser bike.
Tan bal kişand ser dîroka Kurdan ku tije birakûjî ye û got ku divê Kurd jî fêrî tehamula hev bibin: "Li Herêma Fedral a Kurdistanê hêzên li wir bihev ketine û krîzek çêbûye. Serokê Parlamentoyê nikare bikeve Hewlêrê. Heman tişt li Rojava û Bakûrê Kurdistanê jî heye. Hêzek ango rêxistinek ger çek û hêz bike destê xwe mafê yên din tune dike. Divê Kurd dev ji vî tiştî bedrin."
Welatiyan jî diyar kir ku ew ji panelên bi vî rengî, sudên baş werdigrin û daxwaza hevkarî yekitiya Kurdan kirin. Di vê derbarê de Seyda Sidiq Tepe wiha axifî: "Bi civînên wiha em jî agahdar dibin û yekitiya me pêk tê. Mirovên me yên zana tên û em ji wan tiştên nû û ballkêş fêr dibin. Ew jî ciyê kêfxweşiyê ye."
Welatiya bi navê Helîme Firat jî nerîna xwe wiha anî ziman: "Dikarim bibêjim ku li ser bingehê pêkve jiyanê, bi kesekî an jî fikrekî din re em hê jî nikarin bijîn. Divê di serî de, em bikaribin bihevre bijîn û hevdu qebûl bikin." Panel bi pirs û bersivan xilas bû.