Serkirdeyekî PDK-Sê: Jiyan li Efrînê dijwar bûye

JI ber dorpêça îslamiyên radîkal, êdî pêwîstiyên jiyanê nema li herêma Efrînê peyda dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) li Efrînê dibêje ji ber dorpêça li ser herêmê êdî pêwîstiyên jiyanê nema peyda dibin.

Endamê serkirdeyatiya PDK-Sê li Efrînê, Ebdilrehman Apo îro, 7ê Kanûnê, tevlî bultena K24ê bû û ragihand ku, Efrîn ji sê aliyan ve ji aliyê grûpên îslamî yên radîkal ve dorpêç kiriye.

Apo derbarê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de got: “Em spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ji ber vê helwestê berpirsyane, em bi bawer in ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî dê bi hemû erkên xwe yên Kurdeyatiyê derbarê dorpêçkirina Efrînê de rabe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de, dorpêça li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kiribû û ragihandibû ku “tiştê ji dest bê emê ji Efrînê re bikin.”

Apo got jî, ku ji sedî 80 ji xelkê Efrînê daxwaza derbasbûna Pêşmergeyên Rojava dikin, bo bergiriyê li xaka Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ji grûpên îslamî bikin.

Wî serkitrdeyên PDK-Sê diyar kir ku, ji ber dorpêça li ser Efrînê, tiştek ji pêwîstiyên jiyanê li Efrînê nemaye. Herwiha got ku niha werza çinîna zêtûnên Efrînê ye, ji ber ku hemû rê girtî ne, welatiyên deverê nikarin berhemên zêtûnan bifroşin.

Ji 25 Mijdarê de şer û pevçûn li gundên Tinib, Şiwaxra, Mêremîn, Malkiyê û Aşê Fêsel yên nêzîka herêma Efrînê di navbera YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratî ji aliyekî ve û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam de ji aliyekî din ve, berdewam in, her du grûpên radîkal jî navçeyên herêmê topbaran dikin.