Nesredîn Îbrahîm: Federalî bo Kurdan tê qebûl kirin

Di kongreya Rimêlan de, aliyên ku bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin dê beşdar bibin.

K24-Qmişlo

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm ragehand ku kongreya Sûriya Demokratîk dê li bajarokê Rimêlan were sazkirin dê fedraliyê ji bo gelê Kurd qebûl bike.

Li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê kongreyeke hevşêweyê kongreya Riyadê ya Opozîsyona Sûriyê îro birêve diçe. Di kongreya Rimêlan de, aliyên ku bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin dê beşdar bibin.

Derbarê kongreya Rimêlan de Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm ji K24ê re got ku di kongreya Rimêlan de wê federalî bo gelê Kurd were qebûl kirin. Îbrahîm da zanîn ku dê pêkhateyeke nû jî bo opozîsyona Sûriyê were damezrandin.

Li gor peyamnêrê K24 li Qamişloyê, dê PYD, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku (YPG û YPJ) têde cîh digirin, Eniya Goran, Partiya Komunîst a Sûriyê, Tevgera Sosyalistên Ereb, Yekîtiya Erebî ya Sosyalist, Yekîtiya Suryanî, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd (Ebdulhemîd Hec Derwêş), Partiya Demokrat a Kurd (Nisredîn Îbrahîm), Partiya Demokrat a Kurd (Cemal Mela Mehmûd), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê beşdarî kongreyê bibin.

Nesredîn Îbrahîm: Federalî bo Kurdan tê qebûl kirin
Nesredîn Îbrahîm: Federalî bo Kurdan tê qebûl kirin
Nesredîn Îbrahîm: Federalî bo Kurdan tê qebûl kirin
Nesredîn Îbrahîm: Federalî bo Kurdan tê qebûl kirin
Fly Erbil Advertisment