800 kes ji opozîsyona Sûriyê ji Himsê derketin
Di nav wan kesan de jî çekdarên Cebeht El-Nusrayê û birîndar jî hene.

K24-Navenda Nûçeyan
Biryar e agirbesta di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê de li taxa El-Weir ya bajarê Himsê îro were cîbicîbkirin.
Berî niha û di 4ê vê Mehê de bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî alîkariyên Mirovî derbasî wê taxê bûn.Li gor agirbesta taxa el-Weir di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê de dê dorpêçkirina wê taxê were bidawîkirin.
Herwiha li gor agirbestê biyar e îro rejîma sûriyê rê li ber 800 kesî ji welatiyên Taxa El-Weir ya bajarê Himsê re veke, daku ber bi parêzgeha Hema û Idlibê ve herin di nav wan kesan de jî çekdarên Cebeht El-Nusrayê û birîndar jî hene.
Tê zanîn ku taxa El-Weir dawî taxên ku di bin kontrola opozîsyona Sûriyê li bajarê Himsê de bû û ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû dorpêçkirin û li gorî wê agirbestê jî opozîsyona wê taxê radestî rejîma Sûriyê dike.