Opozîsyona Sûriyê şandeya xwe ya danûstankar diyar dike
Dê danûstanê ligel şandeya opozîyonê di civînên navdewletî de bike.
K24- Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî opozîsyona Sûriyê diyar kir ku, di kongreya Riyadê de ew li ser hejmara endamên şandeya ku dê danûstan ligel rejîmê bike diyar kir.
Ji pêr Sêşemê ve, aliyên opozîsyona Sûriyê (opozîsyona hundir, opozîsyona derve û opozîsyona çekdar) li paytexta Erebista Siûdiyê, Riyad, dest bi kongreyê xwe kirine, biryar e jî ew kongr îro bidawî were.
Mebest ji kongreya Riyadê, hilbijartina şandeyeke hevgirtî ya opozîsyonê ye, ji bo ku di civînên navdewletî yên derbarê krîza Sûriyê de, danûstanê ligel rejîma Sûriyê bike.
Derbarê wê şandeyê de, endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Munzir Aqbîq got ku, ew rêkeftine ku şandeya ji 25 kesan pêk were.
Derbarê çawaniya hilbijartina her 25 endaman de, Aqbîq diyar kir ku, dê 6 ji Hevpeymaniya Opozîsyonê, 6 ji opozîsona çekdar, 5 ji opozîsyona hundir û 8 kesayetiyên serbixwe bin.
Navborî diyar kir jî ku, dê biryara derbarê çawaniya danûstandinê ligele şandeya rejîma Sûriyê di dest wan kesan de be.
Wî serkideyê opozîsyona Sûriyê da zanîn jî ku, dê piştir e 15 kesên din wek “tîma danûstankar” were hilbijartin.