Sîstanî hişyariyê dide Bexdayê

Rêberê şîa li Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî rêvebiriya Bexdayê hişyar kir û got “rê nedin ku ti kes welatê me dagir bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan 

 

Rêberê şîa li Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî rêvebiriya Bexdayê hişyar kir û got “rê nedin ku ti kes welatê me dagir bike.”

Nûnerê Elî Sîstanî Abdulmehdî Kerbelayî derbarê çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Mûsilê de îro 11 Kanûnê daxuyaniyek da û got, parastina serweriya dewleta Iraqê berpirsyatiya hikumetê ye. Encam û wate çi dibe bila bibe divê rê neye dayîn.

Kerbelayî got jî, ti welat bêyî peymaneke dualî bi hinceta tekoşîna li dijî terorê nikare leşkerên xwe bişîne axa welatekî din û divê zordestî li biyaniyên ku li Iraqê dijîn bê kirin.

Her wiha leşkerên Tirkiyê di 4ê vê mehê de çûbûn Başîqa derdora Mûsilê û Enqereyê di daxuyaniya xwe de gotibû leşkerên me ji bo perwerdeya pêşmergeyan çûne.

Lê hikumeta Bexdayê bi sedema ku Tirkiyê bê destûr leşker şandine, daxwaza vegera leşkeran dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan jî duh ragehand ku, ew leşkerên Tirkiyê ji Iraqê niha venakişîne.

 

 


Fly Erbil Advertisment