Li Êlihê 25 xwepêşander hatin binçavkirin

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê 25 xwepêşander hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê 25 xwepêşander hatin binçavkirin.

Duh li bajarê Êlihê welatî bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)de li dijî operasyona Cizîr û Silopiyê ku ev 4 roj in berdewam e meşek lidar xistin. 

Lê hêzên ewlekariyê destûr nedan meşê û bi gaza rondikrêj û ava şid destêwerdana xwenîşandaran kirin. 

Digel Hevseroka DBPyê ya şaxa Êlihê Songûl Korkmaz gelek welatî jî birîndar bûn. Di encamê de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin. 

Nerazîbûna li dijî operasyonan ne tenê li Êlihê li gelek deverên wekî Wan, Qoser û Stenbolê hate nîşan dan. 

 

Fly Erbil Advertisment