Di “dewleta” DAIŞê de gendelî belav bûye

DAIŞ heman siyaseta rejîma Sûriyê di “dewleta” xwe de peyrew dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Brîtanî belav dike ku, di nava çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal de jî gendelî belav bûye.

Rojanemaya Financial Times a Brîtanî li ser zarê çend çekdarên DAIŞê raporek derbarê gendeliya li “dewleta” wê rêxistina radîkal de belav kiriye.

Di raporê de hatiye ku, serkirdeyên meydanî yên DAIŞê ji rêxistina radîkal mûçeya 250 çekdarî werdigrin, di demekê de ku hejmara çekdrên li bin destê wan 150 kes e.

Ew çekdarên ku ji DAIŞê cuda bûne ji Financial Times re amaje dikin jî ku “DAIŞê ji bo çareserkirina wê pirsê hin kadroyên îdarî şandin cem wan serkirdeyan” lê ew kardo jî fêrî gendeliyê bû.

Di raporê de hatiye jî ku, DAIŞ heman siyaseta rejîma Sûriyê di warê çandinî û xurakê de bikar tîne.

Wan çakedaran diyar kirine jî ku, beriya demekê serkirdeyekî 250 hezar dolar ji DAIŞê dizî û reviya, herwiha bi rêya Twitterê nameyek ji hevalên xwe yên DAIŞê re şandibû û têde nivîsiye: “Hûn behsa çi dewlet û çi xilafetê diki hey bê aqilno.”