Diyardeya firotina zarokan li Sûriyê belav dibe

Ji aliyê xwe ve rojnameya Sûrî ya El-Weten ragehandiye ku ji ber nebûna çavdêriyê li ser karê pizîşkan û rewşa aborî ya xirab diyardeya firotina zarokan li Sûriyê belav bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Sendîkeya pizîşkên Sûriyê sê pizîşkên xwe bi tuhmeta firotina zarokên sava li Libnanê ji kar dûr xistin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Sendîkeya Pizîşkên Sûriyê Ebdulqadir Hesen wiha got: li gor sîstema Navxweyî ya Sendîkeya Pizîşkan me sê pizîşk bi tuhmeta firotina zarokên sava li Libnanê ji karê wan yê pizîşkî dûr xistin.

Hesen da zanîn ku wan pizîşkan pêwendî li gel pizêşkên Libnanî dikirin daku jinên ducanî ji dayîk bikin û zarokên wan bermberî pereyan bifroşin û eşkere kir ku yek ji wan pizîşkan, pizîşkek ya jinan e, yek jî yê zarokan e, yê dawî yê jî yê giştî ye.

Ji aliyê xwe ve rojnameya Sûrî ya El-Weten ragehandiye ku ji ber nebûna çavdêriyê li ser karê pizîşkan û rewşa aborî ya xirab diyardeya firotina zarokan li Sûriyê belav bûye.

Fly Erbil Advertisment