El-Bodanî bû serkirdeyê Ceyş El-Îslam
Ebû Hemam El-Bodanî ji bajarê Dûma ye ku dikeve rojhilatê Şamê, malbata wî di bazirganiyê de kar dike, herwiha bi dehan dikanên wan ên bazirganiya cor bi cor li bazarên wî bajarî hene.

K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî kuştina Berpirsê Ceyş El-Îslam di êrîşeke Rûsî de bo ser Xota ya Şamê, Ebû Hemam El-Bodanî wek serkirdeyê Ceyş El-Îslam hat destnîşankirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ragehand ku Ceyş El-Îslam piştî kuştina berpirsê wê Zehran Eloş ligel çend serkirde û endamên wê, Ebû Hemam El-Bodanî wek serkirdeyê Ceyş El-Îslam ê nû destnîşan kiriye.
Ceyş El-Îslam mezintirîn grûpên opozîsyona Sûriyê ye ku hejmara çekdarên wê 15-20 hezar kes e. Herwiha wek baştrîn hêza rêxistî di nav opozîsyonê de tê dîtin.
Ebû Hemam El-Bodanî ji bajarê Dûma ye ku dikeve rojhilatê Şamê, malbata wî di bazirganiyê de kar dike, herwiha bi dehan dikanên wan ên bazirganiya cor bi cor li bazarên wî bajarî hene.