Komkujiya Roboskiyê li Stenbolê hat bibîranîn

Malbatên qurbaniyên Roboskiyê li Stenbolê ji bo dadê bang li dewleta Tirk kirin û gotin: “Eger komkujiya Roboskiyê were zelalkirin dê rê li ber hemû komkujiyan bê girtin.”

K24 – Stenbol

Malbatên qurbaniyên Roboskiyê di çalakiya li Stenbolê de ji bo dadê bang li dewleta Tirk kirin û gotin: “Eger komkujiya Roboskiyê were zelalkirin wê demê rê li ber hemû komkujiyan jî dê were girtin.”

Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê, 4emîn salvegera komkujiya Roboskiyê hat bibîranîn. Girse bi pankart û wêneyên kesên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin li ser kolana Îstîklalê heta qada Galatasarayê meşiyan.

Xwîşk û birayên qûrbaniyan banga dadê kirin û gotin: “Eger tawanbarên Roboskiyê bihatana darizandin, komkujiyên Pirsûs, Diyarbekir û Enqere çênedibûn. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn hê jî tu kes nehatiye cezakirin. Heta ku tawanbarên Roboskiyê neyên darizandin komkujiyên nû dê çêbibin. Piştî komkujiyê hêviyên me jî kuştin. Ma em ji ber Kurd in bo me ev komkujî wek rewa hatiye dîtin.”

Balafirên Tirk 28ê Berfanbara sala 2011an li Roboskiyê welatiyên ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ji xwe re bazirganî dikirin bombebaran kirin û piraniya wan zarok 34 kes hatin kuştin.