Grûpên îslamî gundekî Efrînê topbaran kirin

Sê topên Hawen li derdora gundê Kefercenê yê ser bi Efrînê ve ketin, bêyî ku ti ziyaniyên mirovȋ hebin.

K24 – Efrîn 

Sê topên Hawen li derdora gundê Kefercenê yê ser bi Efrînê ve ketin, bêyî ku ti ziyaniyên mirovî hebin. 

peyamnêrê K24 li Efînê ragihand ku, beriya bîstekê sê topên Hawen li derdora gundê Kefercenê yê ser bi Efrînê ketin, bêyî ku ti ziyaniyên mirovî hebin. 

Li gor peyamnêrê me jî, ku dengê teqeyan ji nêzîkî gund tê bihîstin, herwiha pevçûnên tund bi çekên giran heya niha berdewam dikin.
Gundê Kefercenê li rojhilatê bajarê Efrînê dikeve û bi 3 K.M ji bajarê Ezazê dûr e.

Herwiha duh, grûpên îslamî nava bajarê Efrînê topbaran kirin û bi 6 topên Hawinan li nava bajarê Efrînê armanc kirin.