Girûpên îslamî êrîşî gundên Efrîn û Ezazê dikin
Grûpên îslamî bi topên Hawanê û çekên giran gundên Ezaz û Efrînê topebaran dikin.
K24 – Efrîn
Grûpên îslamî bi topên Hawanê û çekên giran gundên Ezaz û Efrînê topebaran dikin.
Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve gundên Malkiyê û Şwarxa yên girêdayî Ezazê topebaran kirin û li wê derê şer di navbera hêzên Sûriyeya Demoqratîk û wan grûpan de derket.
Di heman demê de jî Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve, bi çekên giran û Hawnan gundê Kefircenê yê grêdayî navçeya Şera ya Efrînê kirin armanc.
Herweha li gundê Dêr Belût û Dêwa yên girêdayî navçeya Cindrêsê û li gundê basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên îslamî
Herwiha pêr jî, grûpên îslamî nava bajarê Efrînê topbaran kirin û bi 6 topên Hawinan nava bajarê Efrînê armanc kirin.
de derket û heya neha ti agahî derbarê ziyanên wî şerî de ne hatine eşkerekirin.
Ji bêhtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.