DAIŞ derbasî Girê Spî dibe

Girê Spî di 15 Huzêrana borî de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, ev ne cara yekem jî ku çekdarên DAIŞê derbasî wê bajarokê dibin.

K24-Girê Spî

Berpirsê ragehandina Asayîşa Girê Spî, ragehand ku şevê din çend çekdarên DAIŞê derbasî bajarê Girê Spî bûn û li navendekî Asayîşa wî bajarî çend saetan bicih bûn.

Derbarê vê babetê de Berpirsê Ragehandina Asayîşa Girê Spî Ezîz Ismaîl di daxuyaniyekê de bo K24ê wiha got: "Destpêka vê sibê demjimêr 2:00 çend çekdarên DAIŞê bi dizî derbasî bajarê Girê Spî bûn û li Navendeke Asayîşê bicih bûn, piştre şer û pevçûn derketin."

Ismaîl da zanîn ku di encamê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 5ê din jî birîndar bûn û yên din ber bi ciheke ne diyar ve reviyan.

Ismaîl tekez kir ku neha rewş aram e û welatî li nav bajêr çûn û hatinê dikin.

Girê Spî di 15 Huzêrana borî de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, ev ne cara yekem jî ku çekdarên DAIŞê derbasî wê bajarokê dibin.