Clinton: Tawanên DAIŞê yên dijî Êzdiyan jenosaîd e
Hillary Clinton tekez dike ku, belgeyên pêwîst li ber destê wan in.

K24- Navenda Nûçeyan
Berbijêra serokatiya Amerîka, Hillary Clinton got ku, tawanên ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî û Xrîstiyanan kiriye “jenosaîd” e.
Berbêjera Partiya Demokratîxwazan bo hilbijartinên serokatiya Amerîka, Hillary Clinton di konferansekî rojnamevanî de behsa tawanên DAIŞê li dijî pêkhateyên cuda yên Rojhilata Navîn kir.
Hillary di wê derbarê de got ku, tawanên ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî û Xirîstiyanan kiriye “jenosaîd e.”
Navboriyê tekez kir ku, belgeyên pêwîst li ber dest in ku “jenosaîd” li dijî her du pêkhateyan diyar dikin.