HSD gundên nêzîkî Efrînê kontrol dike

Di destpêka sala nû careke din pevçûnên giran li gundên Ezazê yên rojava, di navbera Ceyş Swar û çekdarên Odeya Mariê dest pê kirin.

K24 – Efrîn

Di destpêka sala nû careke din pevçûnên giran li gundên Ezazê yên rojava, di navbera Ceyş Swar û çekdarên Odeya Mariê dest pê kirin.
Di encama pevçûnên îro de Ceyş Swar karîn gundê tinibê Kontrol bike.
Berdevkê Ceyş Swar Ehmed el-Umer ji peyamnêrê K24 re ragehand ku, gundê Tinibê bi temamî hatiye kontrolkirin û niha pevûnên bi navber li derdora gundê Keştiyarê berdewam dikin.
Herweha El-Umer tekez kir ku welatiyên Kurd ên ku berî çend rojan li nêzîkî gundê Mariste Xan li ser rêbendeke Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve hatibûn girtin, beşek ji wan welatiyan hatine berdan û beşê din jî heya niha girtî ne.
Tê zanîn ku Ceyş Swar piştî (yek ji pêkhateya Hêza Sûryeya Demokratîk HSD e) têkçûna rêkeftina di navbera wan û Odeya Mariê de, gundên Malîkiyê, Şwarxe û embarê wê kontrol kirine û îro jî gundê Tinibê ketiye destên Ceyş Swar

Ji 25 Mijdara borî de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (ku YPGê hêzeke wê ya serekî ye) ji aliyekî de û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji aliyekî din şer û pevçûn li herêma di navbera Ezaz û Efrînê de derdikevin.