Şêx Alî: Pêwîst e Rêveberiya Xweser were parastin

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî ji peyamnêrê K24ê li Efrînê re ragihand ku, pêwîst e Rêveberiya Xweser li deverên kurdî were parastina.

K24 – Efrîn

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî ji peyamnêrê K24ê li Efrînê re ragihand ku, pêwîst e Rêveberiya Xweser li deverên kurdî were parastina.

Şêx Alî bang li kesên midyakar û rewşenbîran kir ku guhdana herî zêde bidin metirsiya DAIŞ û komên tundrew ên dîtir ji ber ku hovîtiya wan koman gihîştiye gelek welatan. 

Herweha Şêx Alî di peyama xwe de bal kişande ser pêwîstiya parastina Rêveberiya Xweser li deverên kurdî, ji ber ku Rêveberiya Xweser aştiya civakê diparêze û got ku ew rêveberî bingehek e, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di çareçova parastina xaka Sûriyê de ye.