Gundekî Efrînê tê topbarankirin
Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şamê ve gundê Bênê ya Efrînê topbaran dikin.
K24 – Efrîn
Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şamê ve gundê Bênê ya Efrînê topbaran dikin.
Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şamê ve, bi topên giran û Hawnan gundê Bênê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û topên Hawinê topbaran kirin.
Hêza Sûryeya Demokratîk (HSD) duh gundê Tinibê ya ser bi Ezazê ve ji destê Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şamê ve kontrol kiribûn.
Tê zanîn ku Ceyş Swar piştî (yek ji pêkhateya Hêza Sûryeya Demokratîk HSD e) têkçûna rêkeftina di navbera wan û Odeya Mariê de, gundên Malîkiyê, Şwarxe û embarê wê kontrol kirine, û duh jî gundê Tinibê ketibû destên Ceyş Swar.
Ji 25 Mijdara borî de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (ku YPGê hêzeke wê ya serekî ye) ji aliyekî de û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji aliyekî din şer û pevçûn li herêma di navbera Ezaz û Efrînê de derdikevin.