Hevseroka Şarederiya Silopiyê hate binçavkirin
Hêzên ewlekaryê yên Tirkiyê taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê vala dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlekaryê yên Tirkiyê taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê vala dikin.
Qedexeya derketna derva li Cizîr û Silopiyê ket roja 21an û şer û pevçûnên dijwar didomin. Di encama pevçûnên îro de zarokekî 7 salî di lingê xwe de birîndar bû.
Pişt re hat zanîn ku hêzên ewlekaryê ji taxa Yafesê vedikişin.
Hezaran welatî dev ji mal û cihên xwe berdan û ber bi navçeya Nisêbînê ve koç kirin.
Herwiha îro hevseroka Şaredarya Silopyê Emîne Esmer hate binçavkrin. Sedem jî heta niha nehatiye zanîn.