Ceyş el-Siwar bang li rîsipiyên Efrîn û Ezazê dike
Piştî kontirolkirina gundê Tinibê yê rojavayê Ezazê ji aliyê Ceyş Swar ve, îro careke din şer û pevçûn li derdora gundê Tinibê di navebra Ceyş Swar ji aliyekî ve û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji aliyekî din ve derketin holê.
K24 – Efrîn
Piştî kontrolkirina gundê Tinibê, careke din şer û pevçûn li derdora di navebra Ceyş el-Siwar ji aliyekî ve û Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ji aliyekî din ve derketin holê.
Berdevkê Ceyş el-Siwar, Ehmed Omer ji K24ê re ragihand ku “Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam, Efrîn dorpêç kirine, herwiha sivîlan li ser riya Heleb û Efrînê direvînin, lewma em neçarin xwe biparêzin.”
Hêjayî gotinê ye ku Ceyş el-Siwar duh daxuyanek belav kir û tê de agirbestek yekalî ragihand, da ku rijandina xwînê raweste û herweha bang li şêx û rîsipiyan kir û destêwerdanê bikin û vî şerê navxweyî rawestînin.