Kawa Ezîzî: ENKS rewatiya xwe ji PYDê nastîne
Kawa Ezîzî, ragihand ku, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rewatiya xwe ji Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) nastîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriya (PDK-S) Kawa Ezîzî, ragihand ku, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rewatiya xwe ji Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) nastîne.
Kawa Ezîzî îşev tevlî bultena K24ê bû û derbarê gotinên Hevserokê PYD Salih Mislim de ragihand ku “ENKSê rewatiya xwe ji PYD nastîne, ENKSê rewatiya xwe ji wan kesên ku Alaya Kurdî li Girkê Legê hildane û parastine werdigire.”
Hevserokê PYDê, Salih Mislim di hevdîtinekê ligel rojnameya “el-Qudis el-Erebî” de gotibû ku: “Tiştek bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê nîn e.”
Ezîzî got jî: “Di nava ENKSê de ji sedî 49 ji partiyên siyasî ne, ji sedî 51 jî ji nûnerên jin, ciwan, civakên sivîl û kesayetiyê serbixwe pêk tê, ENKSê nûnertiya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike.”
Ezîzî derbarê vekişîna Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPK-S) ji ENKSê got: “Hin daxwazên Partiya Pêşverû hebûn, lê ew daxwaz cibicî nebûn û bi awayekî rêzdar vekişandina xwe ragihand.”
Herwiha Ezîzî diyar kir ku ”Sekreterê PDPK-Sê Ebdilhemîd ji me re got ku ew li kêleka ENKSê ne û ew tevlî Rêveberiya Xweser nabin.”