"Mirîşk xweliyê li serê xwe neke kes lê nake"
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, rewşa niha ya Kurdistanê bi gotineke pêşiyan rave kir: "Eger mirîşk bi xwe xweliyê bi serê xwe daneke kes li sere wê nake."
K24 – Hewlêr
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, rewşa niha ya Kurdistanê bi gotineke pêşiyan rave kir: "Eger mirîşk bi xwe xweliyê bi serê xwe daneke kes li sere wê nake."
Di bernameyê Hevpeyvîn ê Kurdistan24ê de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, derbarê rola welatên cîran û derdorê li ser nakokiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê, got: "Di Kurdî de gotineke pêşiyan heye, eger mirîşk bi xwe xweliyê bi serê xwe daneke kes li sere wê nake, eger em lihev nekin zerarmend dibin ji ber carna hinek tişt diqewimin nayên pêşbînî kirin."
Mihemed Ferec wiha axifî: "Kesî ji me ji vê rewşê fêde nekiriye, lê welatî zerarmend bûne, eger bi rastî em ji bo welatiyan kar dikin, dive em giraniya li ser mile welatiyan nehêlin, loma eger em li hev nekin û tenazûlê ji hev re nekin, dive em rêyeke din bidin pêşiya xwe û bibêjin tenazûlê bo niştiman û welatiyên Herêma Kurdistanê dikin."
Ferec bal kişan ser rewşa aloz ya Herêma Kurdistanê û got: "Rewşa îro ya Herêma Kurdistanê aloz e û sedem jî çaresernekirina hinek krîz e, hinek krîz jî ji şiyana me mezintir in, wek DAIŞ ku dewletên mezin jî jê ditirsin, lê Herêma Kurdistanê kariye di vî şerê de biser bikeve, yekem piştgirêdan bi Xwedê û hêz û morale Pêşmergeyên Kurdistanê ku karîne wek pêlewanan ligel van hemû qurbanî û zehmetiyan xwe bigirin, duyem anîna piştgiriya navdewletî, li ser van herdu xalan me kariye xwe li beramber DAIŞê rabigirin."