"Divê siyaseta partiyên Kurdan nêzîkî hev bibe"

Bi taybetî li Sûriyê û Iraqê, li Rojhilata Navîn, li ser xakeke berfireh, şerekî piralî û pir dewletî heye. Gelek dewlet, ne raste rast be jî, di vî şerî de beşdar in ango aliyên vî şerî ne.

K24 - Enqere

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Selma Irmak da zanîn ku şandeke wan jib o danûstandinan wê di demeke nêzîk de serdana Başûrê Kurdistanê bike û hewl bidin ku di nav Kurdan de tifaqek çêbibe.

Bi taybetî li Sûriyê û Iraqê, li Rojhilata Navîn, li ser xakeke berfireh, şerekî piralî û pir dewletî heye. Gelek dewlet, ne raste rast be jî, di vî şerî de beşdar in ango aliyên vî şerî ne. Tê îdiakirin ku ev agirê li herêmê wê sînorên dewletan ji nûve xêz bike.

Kurd jî ku li Başûr û Rojava destkeftên wan hene, dixwazin li Bakur jî statûyekê bidest bixin û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan bo vê yekê xebatan dikin.

Di demeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi agirê şer dikele Kurd hewl didin yekîtiyekê di navbera xwe de pêk bînin da ku destkeftên xwe biparêz in. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bo vê yekê, Serdana Başûrê Kurdistanê bikin û digel Celal Talabanî û Mesûd Barzanî bicivin.

Derbarê mijarê de Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen agahî dan Kurdistan 24ê û got: “Destkeftên Kurdan ên li cografyayên cuda ango metirsiyên ku ew pê re rûbirû ne bi her kesî ve peywendîdar e. Her yek ji wan ji ên din nehatine cudakirin. Em dixwazin ew tiştên ku li vê derê diqewimin, ji aliyê partiyên din ên Kurdan ve were zanîn da ku ew bi awayekî baştir tevbigerin.“

Li ser heman mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Veysel Ayhan nerînên xwe wiha anîn ziman: “Em nikarin bêjin ku îro Başûr ji Bakur qetiya ye yan em nikarin bibêjin Bakur û Rojava ji hev cûda ne. Na ev tev li ser hev du ne û di vir de jî ev te xuyakirin; partiyên Kurdan divê siyasetên xwe nêzî hev du bikin. Ji bo vê jî divê hewldanên siyasî û diyalog zêdetir bibin.”

Ji mêj ve tê îdiakirin ku piştî betalbûna Peymana Sykes-Picot wê dewleteke mezin a Kurdan were damezrandin. Peymana Sykes-Picot di Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê bo 100 salî hatibû mohrkirin û axa Kurdistanê di navbera dewletên wek Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hatibû parçekirin. Ji betalbûna peymanê tenê çend meh mane û Kurd li her parçeyekî axa Kurdistanê li azadiya xwe digerin.

Fly Erbil Advertisment