Erbistana Siûdiyê li ser piştgiriya Sûriyê berdewam e
Ji aliyeke din ve, Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê eşkere kir ku ew dê li ser piştgiriya leşkerî, siyasî û aborî bo gelê Sûriyê berdewam be.

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê ragehand, ku welatê wî dê li ser piştgiriya siyasî, leşkerî û aborî bo Sûriyê berdewam be.
di hevdîtinekê de li gel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî(NY) Staffan De Mistura, wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê, Adil El-Cûbêr tekez kir ku welatê wî dê li ser karê xwe bo dîtina çareserkirina kirîza Sûriyê li gel hemû aliyên pêwendîdar berdewam be.
El-Cûbêr da zanîn ku di qonaxa Hikûmeta veguhêz de ti rola Esed dê nebe, herwiha welatê wî dê pabend be li ser alîkariya gelê Sûriyê.
Ji aliyeke din ve, Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê eşkere kir ku ew dê li ser piştgiriya leşkerî, siyasî û aborî bo gelê Sûriyê berdewam be.
Erbistana Siûdiyê yek ji wan welatên ku, piştgiriya opozîsyona Sûriyê dike di kirîza wî welatî de, berî demekî jî kongreya opozîsyona Sûriyê li wî welatî bi rêve çûbû.