Elih: Jinek û sê zarokên xwe hatin veşartin
Dayîk û 3 zarokên ku li Stenbolê ji gaza jehrî canê xwe ji dest dabûn, li Êlihê bi beşdarbûna hezaran kesan hatin veşartin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dayîk û 3 zarokên ku li Stenbolê ji gaza jehrî canê xwe ji dest dabûn, li Êlihê bi beşdarbûna hezaran kesan hatin veşartin.
Beriya 2 rojan, li Stenbolê dayîkekê tevî 3 zarokên xwe, yên bi navê Baran, Rojhat û Zeyneb ku temenên wan biçûk bûn, ji gaza sirûştî ya malê canê xwe ji dest dabûn.
Bavê zarokan Salîh Uzum, roja bûyerê dabû xuyakirin, dema gihîştibû malê, zarokên xwe li erdê dîtine lê ti cîran nehatiye hawara wî.
Termê dayîka Hedîye û 3 zarokên wê bi beşdarbûna girseyeke mezin ya gelê Elihê, li Goristana Esrî hatin veşartin.