Saziyên Sivîl: Rakirina parêzbendiya Parlementerên HDPê metirsiyê zêdetir dike
12 Saziyên Sivîl ên li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş, bal kişandin ser şer û aloziyan û diyar kirin ku şer dibe egera têkçûyîna nirxên mirovî, dîrokî, erdnigarî, aborî yên mezin û têkçûyîna hêviyên ji paşerojê jî.

K24 – Diyarbekir

Li ser navê saziyan, Serokê Jûra Parzerên Diyabekirê Ahmet Ozmen daxuyand ku her demekî ku hewldanên aştiyê kêm bin qeyran û binpêkirina mafên mirovan li gel şerê li nav bajar û bajarokan zêdetir dibin.
Ahmet Ozmen ragihandin ku rewşeke sext û dijwar li Bakurê Kurdistanê heye û hewldanên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî metirsiyan zêdetir dike û divê ew şêwaz bi tundî bên red kirin.
Ozmen diyar kir ku çareserî bi vedana çeperan jî, lidarxistina operasyonan, ragihandina qedexeyan û teng kirina xeleka demokrasiyê jî pêknayê, çareserî di rabêzên demokratîk û siyasî de dikare pêkwere.
Ahmet Ozmen dazanîn ku ew wek saziyên sivîl di wê baweriyêde ne ku şer û alozî, qeyran û têkçûyînên giran li ser hemû civakê peyda dike û ji bo rêkeftin û serkeftina proseyê aştî û çareseriyê jî ew amadene ku bi her awayî piştgirî bidin.