Dêrên Protestanan banga aştiyê li PKK û hikûmetê dikin

Serokê Komeleya Dêrên Protestan ên Tirkiyê Îhsan Yinal Ozbek bang li dewletê û PKKê kir ku şer û pevçûnan rawestînin û ji nû ve vegerin ser mêza aştiyê.

K24 – Diyarbekir 

Serokê Komeleya Dêrên Protestan ên Tirkiyê Îhsan Yinal Ozbek bang li dewletê û PKKê kir ku şer û pevçûnan rawestînin û ji nû ve vegerin ser mêza aştiyê. 

Piştî saziyên sivîl ên Tirkiyê kesayetên olî û rûhanî yên Xirîstiyan jî banga rawestandina şere li Bakurê Kurdistanê kirin. Şandeya kesayetên ola Xirsitiyaniyê ku ji nûnerê kîlîseyên Diyarbekir, Enqere, Bûrsa û Îzmîrê pêk dihat, ji bo banga aştiyê hatine Diyarbekirê û ligel Parêzgar Husên Aksoy û Hevseroka Şaredariya Bajarê Amedê Gultan Kişanak hevdîtinek pêk anîn. 

Piştî hevdîtinan li ser navê şandê Serokê Komeleya Dêrên Protestan ên Tirkiyê Îhsan Yinal Ozbek bi daxuyaniyek rojnamevanî bang li berpirsên dewletê kir ku operasyonên li navçeyên Kurdistanê rawestîne. Ozbek ji PKK'ê û alîgirên wî jî xwest ku ne bi çek bi siyaset daxwazên xwe bînin ziman.  

Ozbek got: ''Em weke nûnerên Hz Îsa Mesîh hatine vê derê. Me navê êdî em bibin temaşevanê vê êşê û van mirinan. Em hatine lava ji we bikin da ku her du alî jî ji bo aştiyê gavan bavêje. Heta xwîn, rondikên çavan û şer raneweste çav nikare rastiyan bibîne. Divê dewlet meziniya xwe nîşan bide û li hember zarokên xwe birehm be. Divê ew kesên xendekan dikolin jî bêyî bikaranîna çekan daxwazên xwe bînin ziman.''  

Îhsan Yinal Ozbek herwiha da zanîn ku ji bo rawestandina şer wê di rojên pêş de daxwaza hevdîtinê ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamenê jî bikin. 

Fly Erbil Advertisment