Celewla: Derbider vedigerin warê xwe
Rêveberiya navçeya Celewla radighîne ku di qonaxa sêyemîn a vegera derbideran bo navçeyê de, 633 malbetên derbider li xwe digire.

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya navçeya Celewla radighîne ku di qonaxa sêyemîn a vegera derbideran bo navçeyê de, 633 malbetên derbider li xwe digire.
Rêveberê nahiyeya Celewlayê, Yaqûb Yûsif ragihand, ku qonaxa sêyemîn a vegerandina derbiderên wê navçeyê dest pê kir, herwiha ew mezintirîn qonaxe li ser asta hejmara derbideran.
Li gor zanyariyên Yûsif, vegerandin û bicihkirina derbiderên Hewîcayê, bi serperiştiya hikûmeta Iraqê birêve diçe, herwiha ew prose jî dê berdewam be, heta vegerandina hemû derbiderên Celewlayê.
Navçeya Celewlayê, beşek e ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di 23 Mijdarê de ew navçe ji DAIŞê rizgar kirin.