Holand “Çaya birayetiyê” li mizgeftê vedixwe

Serokê Fransayê û Wezîrê Navxwe yê wî welatî serdana mizgeftekê dikin û bi mislimanan re “Çaya birayetiyê” vedixwin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokê Fransayê û Wezîrê Navxwe yê wî welatî serdana mizgeftekê dikin û bi mislimanan re “Çaya birayetiyê” vedixwin.

Serokê Fransayê Françios Holand û Wezîrê Navxwe Bernard Kaznov, piştî merasîma bibîranîna qurbaniyên êrîşên li ser heftenameya “Charlie Hebdo” serdana mizgefta mezin a Parîsê kirin û ligel mislimanan “Çaya birayetiyê” vexwarin. 

Bi destpêşxeriyekê ji Encûmena Fransî ya Ola Îslamî, duh û îro bi sedan mizgeft li Fransayê deriyên xwe vekirin, bo berevaniya Îslama ne tundrew bikin, piştî salekê ji êrîşên Şarlî Îbdo.

Di Çileya borî de, êrîşeke tundrewî li dijî heftenameya “Charlie Hebdo” û dikana kesekî ji ola Cihû pêk hat, Encûmena Fransî ya Ola Îslamî xwast ku bi vê destpêşxeriyê “Wêneya Îslamê yê durist” nîşan bide.

 

Fly Erbil Advertisment